​​​​​​​Çeteyan li gundê Elî Baceliyê 3 sivîl birîndar kirin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker hewl da li gundê Elî Baceliyê yê Girê Spî zarokan birevîne, lê sivîl li hemberê sekinîn di encamê de 3 sivîl birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyên herêmî, çeteyên Firqet 20’an a girêdayî artêşa Tirk a dagirker bi ser gundê Elî Baceliyê yê girêdayî gundewarê Girê Spî de girtin û hewl da şêniyê bi navê Elî Xelîl Henoş ji mala wî birevînin.

Çavkaniyan diyar kir ku malbata Xelîl û zarokên pismamên wî nehişt çete Elî Xelîl Henoş birevînin, bi wê re çeteyan gule avêtin malbatê, di encamê de 3 ji wan birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyan, navên 2 kesên birîndar hene; Îsmaîl Xelîl Henoş û Mihemed Xelîl Henoş.

(fr)

ANHA


Mijarên Din