Çeteyan li Idlibê balafireke şer a rejîma Sûriyê xist xwarê

Li gorî agahiyan komên çete yên Tirkiyê balafirek şer a rejîma Sûriyê li esîmanê Idlibê xist xwarê.

Çavkaniyekî ji parêzgeha Idlibê diyar kir ku komên çete yên Tirkiyê balafirek şer a Sukhoi 22 a artêşa Rejîma Sûriyê li esîmanê parêzgeha Idlibê, li nêzî bajarokê El-Temania xist xwarê.

Çavkaniyî anî ziman ku balafir lê herêmên di bin serweriya çeteyên Tirkiyê de hate xistin û pîlotê wê ji aliyê çeteyên "Artêşa El-Îza" ve dîl hate girtin. Çavkaniyan dîmenê xistina balafiran şandin.

Hêzên rejîmê di şerê li hemberî çeteyên Tirkiyê de bi pêş de diçe û 4 km nêzî bajarê stratejîk ê Xan Şêxûn bûye.

ANHA

 


Mijarên Din