Çeteyan li rojavayê Hemayê êrîşên dijwar birin ser nuqteyên rejîmê

Çeteyên Tirkiyê êrîşeke berfireh a dijwartirîn e ji destpêkirina hêzên rejîmê ya operasyonên leşkerî li dijî bakur rojavayê Hemayê ve li derdora Kefer Nebûde, pêk anî.

Duh Sêşemê, çeteyên girêdayî dewleta Tirk ji aliyê Hibêt ê başûrê Idlibê êrîşeke berfireh li dijî hêzên rejîmê li bajarokê Kefir Nebûde da destpêkirin. Ev êrîşî piştî tevlêbûna çeteyên (Heyet Tehrîr El-Şam, Cebhet El-Weteniyê Tehrîr, Artêşa El-Nesir, Artêşa El-Ize û Partiya Îslamî ya Tirkistanî) pêk hat. Ev komanan di bin navê odeyekê de li nuqteya çavdêriyê yên Tirkiyê li Şêr El-Mexar a çiyayê Şehşebo ya bakurê rojavayê Hemayê tevdigerin.

Tora El-Meyadîn Nêt li ser zimanê hin çavkaniyên xwe raber kir ku artêşa Sûriyê, wesayîteke bombebkirî ku êrîşkek bi navê Ebû Sara El-Maldîvî diajot, beriya bighîje armanca xwe, teqand.  Piştre êrîşa çeteyên girêdayî Heyet Tehrîr El-Şam bi motorsklêtan êrîş kirin. Li ser vê yekê şerên dijwar di navbera endamên kemînan ên artêşa Sûriyê û çeteyan ve rû dan. Êrîşa yekemîn a çeteyan ji aliyê hêzên rejîmê ve hate şikandin û piraniyê endamên wê hatin kuştin.

Piştî têkçûna êrîşê yekemîn a çeteyên Tirkiyê ji aliyê rejîmê re, çeteyan vê carê erebeyeke bombebarkirî bi rêya kesê întîharî Ebû Îmad El-Hemewî xist dewrê, erebe beriya bighêje armanca xwe ji aliyê hêzên rejîmê ve hate teqandin. Paşê çeteyan bi gelek koman êrîşên dijwar pêk anîn û li hin nuqteyên derdora Kefer Nebûdayê bi pêş de çûn, li ser vêy ekê hêzên rejîmê neçar man paş de biçin. Şer heta niha dewam e.

Li aliyekî dîtir jî dagirkeriya Tirk desteka lojistî û leşkerî da çeteyan. Di vê çarçoveyê de qeweta "Artêşa Wetenî" ber bi herêmê ve şand. Ev artêş ji aliyê Tirkiyê ve li bakurê Helebê hate damezirandin da ku di vekirina eniyên li hemberî rêjîmê li bakurê rojavayê Helebê de bi çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam re bibe hevkar.

El-Meyadîn Nêt ragihand ku erebeyên bombekirî yên komên çekdar ber bi aliyên hêzên rejîmê ve ji nûqteya çavdêriyê ya Tirkiyê derdiketin. Her wiha destnîşan kir ku fûz û obus ji çekdaran re bû destek.

Aloziya li eniya Kefer Nebûdayê didome. Hêzên Rejîmê qewet li herêmê zêde dike da ku herêmên ku çeteyan kontrolê kirine vegerînin.

Hate ragihandin ku komên çete danê piştî nîvro qonaxeke nû ya operasyonên li dijî rejîmê li Sehil El-Xab ê bakurê rojavayê Hemayê ragihand.

(fr)


Mijarên Din