Çeteyan li Til Temirê jê 2 jin 5 sivîl revandin- Hate Nûkirin

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker li gundê Um El-Kêf ê Til Temirê jê 2 jin, 5 sivîl revandin.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me ji herêmê dane, çeteyên artêşa Tirk a dagirker li gundê Um El-Kêf ê navçeya Til Temirê 5 sivîl (3 ciwan 2 jin ) revandin.

Her 5 dema pezên xwe diçêrandin hatin revandin û 150 pezên wan hatin dizîn.

Ji sivîlên hatine navê  Fatima Mitêr (32) û Yazî  Xidir Mihemed (45) hatin naskirin.

Çeteyan piştî çend saetan hersê ciwan berdan, çarenûsa herdu jinan hîna ne diyar e.

Her wiha hate ragihandin ku çeteyan zarokê bi navê Tariq Ehmed El-Xidêr ê 13 salî lêdan kirin û gefa kuştinê lê xwarin. Tariq piştî hewldanan xwe ji destê çeteyan xilas kir.

ANHA

 


Mijarên Din