Çeteyan nehişt xwepêşandêr ber bi korîdora Bab Hewa ve biçin

Çeteyên Cebhet El-Nusra derfet neda xwepêşandêran ku ber bi korîdora Bab Hewa ya li ser sînorê Tirkiyê ve biçin.

Bi hezaran şêniyên Idlibê berê xwe da korîdora Bab Hewa da ku xwepêşandanekê li dar bixin û banga derxistina Tirkiyê û Cebhet El-Nusra (Heyet Tehrîr El-Şam) ji Idlibê bikin. Çavkaniyên herêmî ji Idlibê tekez kir ku Cebhet El-Nusra derfet neda xwepêşandêran ku ber bi korîdorê ve biçin.

Şêniyên Idlibê piştî Tirkiyê bajarê Xan Şêxûn radestî rejîma Sûriyê û Rûsyayê kir, di demeke  berê de berê xwe dabû korîdora Bab Hewa, xwepêşandanek li dar xistibû û derbasî xaka Tirkiyê bûbûn.

Tê destnîşankirin ku Rûsya û rejîma Sûriyê hemleyên leşkerî li Idlibê li dijî komên ku destekê ji Tirkiyê digirin, ji wan El-Nusra, dikin. Balafirên şer ên Rûsyayê jî bi sedan sivîl kuştin. Lê Rûsya di her demekê de dibêje ku hemleya wê ya li dijî Idlibê bi hevkariya Tirkiyê pêk tê.

(bx)

ANHA


Mijarên Din