Çeteyan wî birîndar kir, QSD‘ê derman kir

Şervanên QSD‘ê,  sivîlê ku beriya çend rojan li gundê Meqtera yê Girê Spî ji aliyê çeteyan ve hatibû birîndar kirin, rizgar kir û ew derman kir.

Beriya çend rojan şivanek ku pezê xwe diçêrand û bi şaştî derbasî gundê Meqtera yê Girê Spî bû ku ji aliyê çeteyên dagirkeriya Tirk ve hate dagirkirin, ji ber êrişa çeteyan birîndar dibe.

Şervanên QSD‘ê gelek caran hewl dan sivîl rizgar bikin, lê ji ber êrişên dagirkeran ên li ser gund nedikarin xwe bighînin wî.

Piştî rojekê ji birîndarkirinê şervanan sivîl rizgar kirin û derman kirin.

ANHA


Mijarên Din