Çeteyan welatiyek qetil kir û pereyên wî dizîn

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Serêkaniyê- Girê Spî bazirganekî sewalan qetil kirin û pereyên wî dizîn.

Çavkaniyekî ji ANHA'yê re diyar kir ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker beriya du rojan bazirganê sewalan Ehmed Mihemed El-Şûeyb ê ji gundê Kenterî yê Girê Spî li ser rêya Serêkaniyê-Girê Spî qetil kirin.

Çavkanî destnîşan kir ku çeteyan4 milyon lîreyên sûrî yê ji Ehmed Mihemed El-Şûeyb dizîn, çekê wî jê standin û bi guleyekê ew qetil kirin. Her wiha diyar kir ku şêniyan ew rakirina nexweşxaneyên, lê ji ber birîna wî ya giran jiyana xwe ji dest da.

 


Mijarên Din