Çeteyên artêşa dagirker li Cindirêsê welatiyek revandin

Çeteyên artêşa tirk a dagirker li herêma Cindirêsê welatiyekî revandin û cenatorê kehreba yê sivîlekî dizîn.

EFRÎN

Li gorî aghiyên ku çavkaniyekî ji herêma Cindirêsê dane me, çeteyên artêşa tirk a dagirker welatiyê bi navê Mihemed Ehmed Necar ê ji gundê Til Selor revandin û birin cihekî ne diyar.

Her wiha hate ragihandin ku çeteyan li heman gundî cenatorê kehreba yên welatiyê bi navê Welîd Şêx Hemade ji nav zeviyên wî dizîn.

ANHA


Mijarên Din