Çeteyên artêşa Tirk rojavayê Helebê topbaran dikin

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker beriya çend kêliyan taxa Zehra ya rojavayê bajarê Helebê topbaran kir. Di encamê de tenê zirarên madî çêbûn.

Çavkaniyên herêmî ji ANHA`yê re diyar kir ku çend top li ser aliyê 4`emîn ê taxa Zehra ya bajarê Helebê ji aliyê çeteyên artêşa Tirk ên li Dehre Ebid Rebo û herêma Leyremon xwe bi cih kirine, hatin avêtin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku wek agahiyên destpêkê, di encama wê de tenê zirarên madî çêbûne.

(bx)

ANHA


Mijarên Din