Çeteyên artêşa Tirk şêniyekî din ê Efrînê qetil kir

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi domdarî sivîlên ji Efrînê direvînin û îşkenceyê lê dikin. Beriya hefteyekê çeteyan welatiyê bi navê Mislim Ehmed ji mala wî revandibû û şêniyên navçeya Cindirêsê cenazeyê Mislim Ehmed dît.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hîn jî sivîlên ji Efrînê direvîne û îşkenceyê lê dike. Çavkaniyên herêmî yên ji navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ji ANHA’yê re ragihand ku wan cenazeyê welatiyê bi navê Mislim Ehmed ê bi nasnav Ebî Ferîd, nêzîkî çemê Cindirêsê dîtiye.

Çavkaniyan diyar kir ku artêşa Tirk û çeteyên wê 14’ê Gulanê Mislim Ehmed ji mala wî revandibû.

(eh)

ANHA


Mijarên Din