Çeteyên dagirkeriya Tirkiyê 300 sivîlên Efrînê revandin

Çeteyên artêşa dagirkeriya Tirkiyê li navçeya Mabeta ya kantona Efrînê zêdetirî 300 sivîl revandin û hê çarenûsa wan ne diyar e.

Çavkaniyekî herêmî ji navçeya Mabeta ji ajansa me ANHA’yê re tekez kir ku çeteyên artêşa dagirgeriya Tirkiyê di saet 19:30’an de şevê berê hemelya serdegirtina malên şêniyan li navenda navçeya Mabeta ya kantona Efrînê destpê kir.

Hema çavkanî ragihand ku çeteyên artêşa dagirkeriya Tirkiyê di serdegirtinan de 300 sivîl ji jin, kal û pîr û zarokan bêyî zanîna tu sedemê, revandine.

Çavkanî anî ziman ku kesên hatine revandin, ji aliyê çeteyên Tirkiyê ve, rastî gotinên xerab û  lêdanê hatin. Her wiha çeteyan telefonên wan jî desteser kirin.

Çarenûsa kesên revayî hîn jî ne diyar e.

(fr/kc)


Mijarên Din