​​​​​​​Çeteyên DAIŞ’ê li Kerkûkê êrişî kirin

Çeteyên DAIŞ'ê li Kerkûkê êrişî gundekî kurdan kirin. Çavkaniyeke ewlehiyê ku ragihand di êrîşê de 2 welatî şehîd bûne û sê kes birîndar in.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, çeteyên DAIŞ'ê vê êvarê saet nêzî 20.30’î êrişî gundê Çexmaxe yê girêdayî navçeya Dubiz a Kerkûkê kirin. Hat ragihandin ku li gundê niştecihên wê Kurd in şer  didomin.

Têkildarî êrişê çavkaniyeke ewlehiyê ya ji herêmê ji Rojnews re ragihand ku di navbera gundiyan û çeteyan de şer derketiye û got “Li gor agahiyên heta niha 2 welatî şehîd bûne, 3 welatî jî birîndar bûne.”

Heman çavkaniyê diyar kir ku piştî êrişa çeteyan hêzên polîsên federal û yên Kerkûkê gihiştine gund, şerê li herêmê heta van kêliyan jî didome.

Yek ji niştecihên gund jî diyar kir di êrîşa çeteyan de heta niha 4 welatî şehîd ketine.


Mijarên Din