Çeteyên DAIŞ`ê êrîşî gundê Xezrecî kir, 2 jin hatin kuştin

îro di saetên sibê de çeteyên DAIŞ`ê êrîşî gundê Xezrecî yê ser bi parêzgeha Nînewa kirin. Di encama wê de 2 jin hatin kuştin her wiha gelek zarok û serokeşîrek ji birîndar bûn.

Li gorî Rojnewsê ragihand ku îro di saetên sibê çeteyên DAIŞ`ê êrîşî gundê Xezrecî yê qezaya Baec ê rojavayê Nînewa kirin. Şêniyên gund bersiva çeteyan dan. Di encama wê de 2 jin hatin kuştin. Gelek zarok birîndar bûn. Her wiha serokeşîrê bi navê Batah Gehêt birîndar bû.


Mijarên Din