Çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Heşdî Şabî kir

Çeteyên DAIŞ’ê li navçeya Xaneqînê êrîşî noqteyeke Heşdî Şabî kir û di encama êrîşê de endamekî Heşdî Şabî hate kuştin.

Li gorî nûçeya ajansa Rojnewsê, şevê din çeteyên DAIŞ’ê li navçeya Xaneqînê ya bi ser Diyalayê ya Iraqê ve, êrîşî noqteyeke endamên Heşdî Şabî kir.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyeke Heşdî Şabî hatine standin, çeteyan êrîşî tabûra 23’yan a li gundê Elî Seedûn a li ser navçeya Xaneqînê kiriye.

Heman çavkaniyê diyar kir ku di encama êrîşê de endamê Heşdî Şabî Xizer Ebas hate kuştin û êrîşa çeteyan jî têk çû.


Mijarên Din