Çeteyên DAIŞ'ê êrîşê Heşdî Şebî kirin

Li navçeya Xaneqînê çeteyên DAIŞ'ê êrîşî ser xalek kontrolê ya Heşdî Şebî kirin.

Îşev çeteyên DAIŞ'ê li nêzî Gora Îmam Mihemed a li navçeya Xaneqîn êrîşî xalek a kontrolê ya Heşdî Şebî kirin.

Çavkaniyek ji nava Heşdî Şebî ji Rojnews'ê re êrîş piştrast kir û got; "Îşev li nêzî Gora Îmam Mihemed ya li navçeya Xaneqînê terorîstên DAIŞ'ê êrîşî ser hêzên Heşda Şebî kirin. Di êrîşê de 3 leşkerên Heşda Şebî birîndar bûne."

Heman çavkanî ragihand ku piştî êrîşê birîndar rakirine Nexweşxaneya Giştî ya Xaneqînê. Her wiha eşkere kir ku her sê birîndar xelkê bajarokê Xalis a ser bi parêzgeha Diyala ne.


Mijarên Din