Çeteyên dewleta Tirk 2 welatî li Mabetayê revandin

Dewriyeyeke hevbeş a çeteyên "Polîsên Leşkerî" û "Mihemed El-Fatih" 2 welatiyên ji navçeya Mabeta ya kantona Efrînê ya dagirkirî revandin û beramberî serbestberdanê fidye ji malbatên wan xwest.

Li gorî nûçegihanê me agahî ji çavkaniyekî ji navçeya Mabeta wergirtine, dewriyeyeke hevbeş a çeteyên "Polîsên Leşkerî" û çeteyên "Mihemed El-Fatih" bi ser gundê Memila yê navçeya Mabeta ya Efrîna dagirkirî de girt û welatiyên bi navên Nîhad Mihemed Beko û Mistefa Abdîn Faris revandin û birin cihekî nediyar.

Çavkanî da zanîn ku çeteyan beramberî serbestberdanê ji malbatên wan xwest ku fidyeyê bidin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din