Çeteyên dewleta Tirk a dagirker kewarê hingiv jî dizîn

Ne hovîtî, qetlîam, kuştin, destdirêjî ne jî diziya çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi sînor e. Çeteyên dewleta Tirk a dagirker heya kewarê hingiv jî dizîn.

Gundên ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hatine dagirkirin bûye warê diziyê.  Şêniyêk ji gundê Til El-Werid ê girêdayî navçeya Zirganê Nezîr Şêx Ebdî ku mal û milkên wî ji aliyê çeteyan vê hat dizîn dibêje: “Çete hatine diziya me.”

‘ROJANE LI DIJÎ ME ÊRIŞÊN BI HAWN Û OBUSAN TÊNE KIRIN‘

Nezîr Şêx Ebdî  63 salî ye û li gundê Xirbet Diwîş dijî. Çeteyên dewleta Tirk a dagirker nêzî 2.5km dûrî gundê Til El-Werid in. Nezîr têkildarî agirbest û êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser gundê Til-Werid destnîşan dike ku agirbest tenê bi nav hatiyê hiştin û got: “Piştî agirbestê ku ev agirbest li ser rûyê erdê tineyê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê dijwartir bûn û hina jî êrişên wan hene. Ji Serêkaniyê, Til Temir û Zirgan piştî agirbestê hin zêdetir ev xet hatin hedef kirin. Mal û milkên gelê herêmê talan kirin û dizîn. Til El-Werid her roj wê bi obûs û hawanan tê êrişkirin. Mal û cihên sivîlan tên hedef kirin. Em nizanin wê kîjan saetê top an jî obûsek li malên me bikeve. Em di nav xeteriyê de ne. Rixmê ew qas êrişên wan em ji gundên xwe dernakevin û axa xwe ji wan re nahelin. Em êvarî heya saetên sibehê bi sedema êrişan şiyar dimînin.” 

Nezîr ji bo xerabûna aramiya wan jî daxwaza vegera aramiya beriya 9’ê Cotmehê kir û got: “Hêzên me em ji van dagrikeran parast û aramiya me pêk anîn. Lê bi êrişên dagirkeran ve aramiya me xerab bû.”

‘ÊRIŞ BANDOREKE NE BAŞ LI DERÛNIYA ZAROKÊN ME DİKE‘

Nezîr anî ziman ku ji ber êrişan zarokên wan ji dibistanê bêpar mane û balkişand ser dêrûniya zarokên xwe: “Dema ku êriş çêdibin zarokên me ditirsin û digrîn. Em naxwazin zarokên me di şerê bêexleq de mezin bibin. Ev êriş bandorek neyînî li derûniya zarokên me dike. Ji ber êrişan 5 keç û lawikên min nikarin herin dibistanê.”

‘ÇETE DI DIZIYÊ Û HOVÎTİYÊ DE BÊ SÎNOR IN’

Nezîr diziya çeteyên dewleta Tirk a dagirker li ser mal û milkên wan got: “Mal û milkên me yên li gundê Til Mihemed ji aliyê çeteyan vê hatin dizîn. 3 bîrên avê, mazot, hesîn, erd û bizirên me giştî talan kirin û dizîn. Heya 200 kewarê hingiv jî dizîn. Ev çete hatinê diziyê bikin. Dibejin em hatine wê biparêzin, ez jî pirs dikim wê me ji kî biparêzin? Ev erd erdê me ye û aramiya me beriya ew êriş bikin hebû. Em bi hemû pêkhateyên xwe re di nav keyfxweşiyê de bûn, em wê jiyana xwe dixwazin.”

ANHA


Mijarên Din