​​​​​​​Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê 10 zarok birîndar kirin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Mîrkanê yê navçeya Mabatayê gule avêtin dibistana gund. Di encamê de 10 zarok birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane, çeteyên "El-Hemzat" yên girêdayê artêşa Tirk a dagirker gule avêtin dibistana gundê Mîrkanê yê navçeya Mabata ya kantona Efrînê û 10 zarok birîndar kirin.

Ji birîndaran navên; Sulav Cafer, Zelûx Silêman, Enfal Rustem, Omer Xezal, Wesîm Selah, Ebdullah Sinîx, Meryem Mihemed Qasim, Mihemed Silêman Hemdî hatin zanîn.

Çavkanî destnîşan kir ku çeteyan hewl da êrişî mamosteyê dibistanê bikin ku ji gundê Rûta yê navçeya Mabeta ye, lê mamoste reviya, bi wê re çeteyan bêyî jiyana zarokên di hundirê dibistanê de berçav bigirin gule reşandin.

Heman çavkanî got, ji ber rewşa zaroka bi navê Meryem Mihemed Qasim ne baş e, rakirin nexweşxaneyên Tirkiyê.

(fr)  

ANHA


Mijarên Din