Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê bi hev ketine

Di van kêliyan de çeteyên Ehrar El-Şerqiye li bajarê Efrînê bi dijwarî bi hev ketine. Dengên gule û teqînan ji bajêr  tên bihîstin.

Çavkaniyan ji bajêr destnîşan kir ku saet di 14:00`an de şerên dijwar di navbera çeteyên Ehrar El-Şerqiye yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker de bi xwe derketine. Heta niha sedemên şerê ji nişkan ve rû daye nehatin zanîn.

Çalakvanan li ser malperên têgihiştina civakî dîmena dengên berandina guleyan bi dijwarî di nava bajarê de belav kir.

(şx)

ANHA


Mijarên Din