Çeteyên dewleta Tirk li gundekî Minbicê sivîlek birîndar kir

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker gundê Ereb Hesen ê Mezin ê ser bi Minbicê ve topbaran kirin. Hate ragihandin ku ji ber topbaranê sivîlekî 30 salî birîndar bû û ziyanên mezin gihiştin mal û milkên sivîlan.

Çeteyên dewleta Tirk ji gundê Ereb Hesen ê Biçûk ê dagirkirî, gundê Ereb Hesen a Mezin dan ber topbaran.

ji ber topbaranê sivîlê bi navê Mihemed Hec Hisên El-Xelef (30) birîndar bû û ziyanên mezin gihiştin mal û milkên sivîlan.

Apê Mihemed Hec Hisên ê birîndar, Elî El-Xelef derbarê topbaranê ji ANHA‘yê re axivî û got: "Em di mal de razayî bûn, saet 5‘ê sibeha malên me topbaran kirin."

Elî-El-Xelef destnîşan kir ku ew di malê de man heta topbaran sekinî û destnîşan kir ku bi kêmanî 6 top li gund ketine. Her wiha anî ziman ku dema ji mal derdikeve ji xizimên xwe dibihîze ku biraziyê wî Mihemed birîndar bûye.

El-Xelef diyar kir gelek caran gund bêserûber tê topbarankirin û got: "Çeteyên Tirkiyê çi ji me dixwazin em nizanin."

Li gorî bijîşakn, Mihemed Hec Hesen El-Xelefî bi sivikî di ser xwe de birîndar bûye, lê di zikê xwe de bi giranî birîndar bûye, emeliyet jê re hatiye çêkirin niha di bin çavdêriyê de ye.

Gundê Ereb Hesen ê Mezin dikeve bakurê rojavayê bajarê Minbicê, li ser xeta Çemê Sacûr e ya di navbera çeteyên Tirkiyê û Meclisa Leşkerî ya Minbicê de ye.

Gundê  di destpêka meha Nîsanê ve bi dijwarî hatibû topbarankirin, di encamê de zarokek 5 salî şehîd bibû û dayik û bavê wê birîndar bibûn.

ANHA


Mijarên Din