Çeteyên dewleta Tirk li Şiyê 4 kes revandin

Çavkaniyên herêmî ji Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê re daxuyand ku çeteyên Sultan Suleyman Şah a bi serkêşiya serçeteyê bi navê Mihemed Casim Ebû Emşa 4 sivîl ji gundên navçeya Şiyê revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê daxuyand ku çeteyên Sultan Suleyman Şah di 27’ê vê mehê de 4 şênî ji gundê Turmîşa yê girêdayî navçeya Şiyê ya kantona Efrînê ya dagirkirî revandin.

Li gorî rêxistinê navên revandiyan wiha ne; Ferîd Xelîl Seydo (20), Fewzî Nûrî Hesen (30), Esmet Ehmed Xelîl (27) û Kemal Hesen Ehmed (28).

Rêxistinê piştrast kir ku çeteyan kesên revandî ber bi cihekî nediyar ve birin û heta niha çarenûsa wan ne diyar e.

(fr)

ANHA


Mijarên Din