Çeteyên dewleta Tirk nahêlin şênî ji gundên xwe derkevin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi sedan dar ji gundê Meydankê qut kirin û derfetê nadin şêniyên hindek gundan ku serdana xizmên xwe li navçeya Şera ya herêma Efrînê bikin û ji gundê xwe derkevin.

Çavkaniyan ji gundê Meydankê yê herêma Efrînê ji ajansa me ANHA`yê re diyar kir ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker bi sedan daran ji derdora gund qut dikin.

Çavkanî destnîşan kir ku çeteyên dewleta Tirk di qutkirina daran de alavan bi kar tînin da ku wan bikin êzing û bibin Tirkiyê û bifiroşin.

Çavkaniyekî din ji navçeya Şera destnîşan kir ku çeteyên Firqet Sultan Murad derfet nadin şêniyên gundên Derwîş, Şîl Tatî, Mersawî û Aykdam ên navçeya Şera ku serdana xizmên xwe bikin an jî ji gund derkevin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din