Çeteyên dewleta Tirk îşkenceyê li cenazeyan dikin

Ji ber hişmendiya çeteyên DAIŞ`ê, li bajarê Cerablusê li dijî 2 xortan sûcdariyeke hovane pêk hat.

Li gel bêewlehiya li herêmên Bakurê Sûriyê ku komên çeteyên Tirkiyê ew dagir kirine, ji ber sûcdariyên çeteyan der heqê sivîlan de, nerazîbûnên gelê wan herêman zêdetir dibe.

Çeteyên bi navê "Cebhet El-Şamiye" li bajarê Cerablus li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê 2 xort bi dar ve kirin. Çeteyan bi îdiaya her du xortan teqîn li herêmê pêk anîne, ew bi dar ve kirine.

Şahidên bûyerê ji ajansa me ANHA`yê re tekez kir ku her du xort ji bajarê Cerablusê ne û navên wan Mistefa Hesen Salih û Remedan Îsa Siûsî ne û Cebhet El-Şamiye heman rêbazên ku DAIŞ`ê dimeşandin, li qada giştî ya bajarê Cerablusê li dijî her du xortan pêk anîn û li pêşiya çavê her kesî îşkence li cenazeyên wan kir.

Di dîmenan de ku ANHA`yê bi dest xistine, diyar dibe bê ka çawa ciwanek bi şimikan li rûyê xortê hatiye darvekirin, dixe.

Her wiha çavkaniyan diyar kir ku çeteyên Cebhet El-Şamiye nehişt malbatên her du xortan dema hatibûn revandin, serdana wan bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewleta Tirk li beramberî vê bûyerê bê deng ma û desteka xwe ji sûcdariyê re eşkere kir.

(eh)

ANHA

 


Mijarên Din