Çeteyên Diri Firat zeviyên cotkran Kobanê dike hedef

Çeteyên Diri Firat ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker ku xwe li bajarê Cerablus ê Bakurê Sûriyê bi cih kirine, topên hawanê avêtin gundên rojavayê bajarê Kobanê.

Çeteyên Diri Firat duh ji Cerablusê gundên rojavayê bajarê Kobanê topbaran kir. Ji ber wê jî agir bi zeviyên cotkaran ket.

Agir bi zeviyan ket lê zêde belav nebû ji ber cotkran agir vemirand. Ev yek metirsiyê li ser berhemên çandiniyê yên cotkran çêdike.

Ev cara 3`emîn ku dewleta Tirk hewl dide agir bi zeviyên çandinî yên sivîlan bixe. Beriya çend rojan gule berdan gundê Qiran ê rojavayê Kobanê ji ber wê 10 donim erd şewitî. Her wiha dagirkeran gule berdan cenetorê gundê Silîb Qiran ê rojavayê Girê Spî û ji ber wê jî firehiyek ji zeviyan şewitî.

Ev yek di dema Rêveberiya Xweser hewl dide zeviyên cotkaran ji şewatê biparêze, çêbû. Rêveberiyê ji bo vemirandina agir bi dehan alavên agirkujiyê amade kiriye.

Mehûmd Hemûd û Ehmed Tirad Casim gotin ew ji ber kiriyarên dewleta Tirk û bi taybet ku genim ji bo çinîna amade ye û hêsan ku were şewitandin, di nava metirsiyan de ne. Her wiha diyar kir ku dewleta Tirk gelek kiriyaran dike da ku niştecihên gundan koçber bike lê hewldanên wê têk çûn.

 (bx)

ANHA


Mijarên Din