Çeteyên Ehrar El-Şam baregehên hêzên hikumeta Şamê topbaran kirin

Çeteyên Ehrar El-Şam bi moşekan baregehên hêzên hikumeta Şamê li bajarê Kefer Nibil ê başûrê Idlibê topbaran kirin. Di heman demê de balafirên dewleta Tirk li dirêjahiya xeta sînor a bajarê Idlibê geriyan.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), dewleta Tirk balafirên xwe yên şer li dirêjahiya xeta sînor a bi Sûriyê re gerandin. Di heman  demê de  çeteyan baregehên hikumeta Şamê li başûrê Idlibê topbaran kirin

Di demekê de ku li ser amadekariya operasyoneke leşkerî ya nû ya hêzên hikumetê bi piştevaniya Rûsyayê li dijî çeteyên dewleta Tirk li ser rêya M4 nîqaş hene, li “herêmên bêçek” di navbera hêzên hikumetê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şer gur bûye.

(oh)


Mijarên Din