Çavkaniyan ji ANHA’yê re diyar kir ku komên çete yên bi nave El-Emşat ên girêdayî dewleta Tirk a dagriker di saetên sibehê de dest bi revandina şêniyên gundê Kaxirê yê navçeya Mabata ya Efrînê kir.
Çavkaniyan da zanîn ku piştî erebeyeke çeteyên El-Emşat hate şewitandin, çeteyan nîvî şêniyên gund revandin.
Li gorî heman çavkaniyan çeteyan qedexeya derketina derve li gund ferz kiriye, li aliyekî din dest bi revandinê kiriye.
Çeteyên El-Emşat di demên dawîn de gelek şênî ji malên wan derdixistin û wan dibin konên ku li derdora gund vedane da ku malbatên xwe li şûna wan bi cih bikin.
(dm)
ANHA