Çeteyên El-Emşat welatiyek revand û ji bo berdana wî 3 hezar dolar xwestin

Çeteyên El-Emşat ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker welatiyek ji şêniyên navçeya Şiyê revand û ji bo berdana wî 3 hezar dolar ji malbatê xwestin.

Çavkaniyekî ji navçeya Şiyê ji ajansa me re ragihand ku çeteyên El-Emşat ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker, ciwanê bi navê Bîman Heyder Osman Mamo ê 24 salî ji gundê Xelîl ê girêdayî navçeya Şiyê revand.

Heman çavkanî diyar kir ku çeteyan ji bo berdana Bîman Heyder Osman Mamo 3 hezar dolar xwestin.

(kc)

ANHA

 


Mijarên Din