Çeteyên Tirk ciwanên Efrînê bizorê beşdarî nava komên xwe dikin

Çeteyên bi navê"Polîsên leşkerî"yên li Efrînê yên girêdayî dagirkeriya Tirkiyê dest bi pêngava revandina ciwanên ku nasnameya tirkî ji wan re derxistine kirin. Armanca dagirkeriya Tirkiyê ji revandina ciwanan ew e ku beşdar nava komên çeteyan bibin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyekî gihand nûçegihanê ajans me, çeteyên dagirkeriyê ciwanên li Efrînê bi hinceta ji erka leşkerî ya komên çeteyên Tirkiyê re tên xwestin, direvîne.

Dagirkeriya Tirkiyê piştî dagirkirina Efrînê nasnameyên demkî ji ciwanan re derxistin û daneyên wan tomar kirin.

Çavkanî got Polîsên Leşkerî sivîlên temenê wan di navbera 18 û 40`yî de, da ku beşdarî refên wan bibin, direvîne.

Di vê çarçoveyê de her du bira Welîd Naso(35) û Şiyar Welîd(29) ji gundê Hesê yê navçeya Mabata ne bi hinceta leşkeriya çeteyan hatine revandin.

Di heman demê de nûçegihanê me diyar kir ku malbata wan bi gelek aliyên peywendîdar ên çeteyan re têkilî danîn û beramberî berdana wan fidye bi nirêxê 200 hezar lîreyê Sûriyê xwestin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din