Çeteyên Tirkiyê 10 kes birîndar kirin

Çeteyên dagirkeriya Tirkiyê gefa kuştinê li şêniyên navçeya Mabatayê dixwin ku heger bi zorê ji malên xwe dernekevin û şêniyan gulebaran dike. Ji ber gulebaranê 10 kes birîndar bûn.

Çavkaniyekî ji gundê Kokanê diyar kir ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker saetên danê esirê şêniyên gundên Kokana Jorîn û Kokane Jêrîn ên navçeya Mabata ya Efrînê bi zorê ji gundên derdixinin û kesên qebûl nakin derkeftin lêdan dikirin û gule bêserûber li wan direşandin.

Çavkaniyî destnîşan kir ku ji ber gulebarana çeteyan û lêdanê 10 kes di nav de jin û zarok hene birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyan, ji kesên bi giranî birîndar bûne, Nezîr, Elîf û Mihmed.  Çavkaniyan gotin, ji ber çeteyan herdu gund dorpêç kirine navên birîndarên din nehatin naskirin.

Çete gefa kuştinê li gundiyan dixe heger bi lez gund vala nekin.

Çavakiyî diyar kir ku jiyana şêniyên herdu gundan di xeteriyê de û çete nahêlin birîndar biçin nexweşxaneyan.

ANHA


Mijarên Din