Çeteyên Tirkiyê 2 leşkerên artêşa rejîma Sûriyê kuştin

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker li gundê Tirwaziyê yê Girê Spî du leşkerên artêşa rejîma Sûriyê revandin, cenazeyê herdu leşkeran kuştî li ser rêya navdewletî hate dîtin.

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker li gundê Tirwaziyê yê Girê Spî li rêya navdewletî yê Girê benda kontorlê dan. Çeteyan du leşkerên artêşa rejîma Sûriyê revandin dema ku bi motorsêklêtekê di rê de derbas bûn. Cenazeyê herdu leşkeran kuştî li ser rêya navdewletî hate dîtin û ji aliyê hêzên rejîmê ve hatin rakirin

Piştî bûyerê dewriyeya hêzên Rûsyayê li gundê Tirwaziyê yê dagirkirî meşiya.

ANHA


Mijarên Din