Çeteyên Tirkiyê 3 sivîl revandin û ji bo berdana wan pere xwest

Artêşa Tirk a dagirker 3 sivîl ji navçeyên Şera û Mabata li Efrînê revandin û ji bo berdana wan ji malbatên wan pere xwestin.

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker revandin û kuştina sivîlan li Efrînê didomînin.

Der barê mijarê de çavkaniyekî ji nûçegihanê ANHA`yê re diyar kir ku şevê din çeteyên artêşa Tirk a dagirker ciwanê bi navê Azad Mihemed ji gundê Mersawê yê navçeya Şera li Efrînê revand û ji bo berdana wî 15 hezar dolar xwestin.

Hin çavkaniyên din ji navçeya Mabata got çeteyên artêşa Tirk welatiyên bi navên Xelîl Osman û Ehmed Nebî revandin û birin cihekî nediyar.

Çeteyên dagirkeriya Tirkiyê ji dema dagirkirina Efrînê ve zêdetirî 3 hezar sivîl revandin û çarenûsa piraniya wan ne diyar e. Beriya niha mafparêzên Sûriyê, daxwaza avakirina komîteyekê ji bo lêkolînên li Efrînê û naskirina çarenûsa kesên revandî kiribû.

(jo)

ANHA


Mijarên Din