Çeteyên Tirkiyê 4 sivîlên din li Efrînê revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li kantona Efrînê 4 sivîl revandin û gelek darên li gundê Uga yê navçeya Bilbilê birîn.

Li gorî agahiyên ku ji herêmê gihaştine ber destê me, artêşa Tirk a dagirker li navçeya Şêrawa agir berda zeviyên gundê Birc El-Qas û gund topbaran kir.

Hr wiha çeteyên dewleta Tirk a dagirker di 26’ê Tîrmehê de li gundê Mamila yê navçeya Mabeta ya Efrînê gelek kes revandin. Navên hinek kesên ku hatine revandin ev in; Alî Bak, Cafer (paşnav nehat zanîn) Nûrî Kurdî û Îzat Kurdî. Li gorî agahiyan kesê bi navê Îzat Kurdî alîgirê ENKS’ê ye.

Di 26’ê Tîrmehê de çeteyên dewleta Tirk li gundê Uga yê navçeya Bilbilê ya Efrînê gelek dar birîn. Di dîmenan de jî tê xuyakirin ka çawa daran dibirin.

Her wiha li gorî agahiyan, duh li herêma Bab, Ezaz û Cerablusê 5 teqînan rû da. Teqîn li navçeya Xendûrê ya Cerablusê û bajarê Bab, Ezaz û gundê Til Betal ê herêma Bab û navçeya Axterîn a Ezazê pêk hatin.

 (bm)


Mijarên Din