Çeteyên Tirkiyê bajarokê Neyrebê kontrol kir

Komên çete bi desteka Tirkiyê bajarokê Neyreb ê bejahiya Idlibê kontrol kir.

Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirova a Sûriyê (SOHR) ragihand ku piştî 8 saetan ji şerên giran komên çete yên girêdayî Tirkiyê bajarokê Neyrebê yê nêzî M4, xist bin kotrola xwe.

SOHR, topbarana Tirkiyê li eniyên bajarokên Neyrebê, Tirinbe, Seraqib, Aves û Dadîx ku hêzên rejîmê lê bi cih dibin, şopand.

Komên çete piştî kuştina leşkerên Tirk di encama bomberdûmana balafirên rejîmê yên li ser nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê de êrişîn giran birin ser bajarokê Neyrebî.


Mijarên Din