Çeteyên Tirkiyê dibistan bombebaran kir: 4 zarok mirin

Ji ber bombebarana çeteyên Tirkiyê ya li ser dibistaneke dêrê li Siqêlbiye ya bejahiya bakurê rojavayê Hemayê, 4 zarokan jiyana xwe ji dest da.

Ajansa Sputnîk a Rûsyayê ragihand ku komên çete bi moşekan dibistaneke olî di hundirê dêra bajarê Siqêlbiyê de kir hedef. Wek agahiyên destpêkê, di encama wê de 4 zarok hatin kuştin û rewşa gelek zarokan jî giran e.

Spûtnîkê destnîşan kir ku bombebarana moşekan a li ser dibistana dêrê ji aliyê herêmên li ser sînorê di bin dagirkeriya çeteyên dewleta Tirk li rojhilatê keleha Medîq a bejahiya bakurê rojavayê Hemayê hat kirin.

(bx)


Mijarên Din