​​​​​​​Çeteyên Tirkiyê dîsa zeviyên Til Temirê dişwitînin

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker agir berdidin zeviyên çandiniyê yên gundên Til Temirê.

Çavkaniyên herêmî ji ANHA‘yê re diyar kirin ku çeteyên dewleta Tirk  a dagirker vê êvarê zeviyên çandiniyê yên gundên Til Werd û Rîhaniyê yên Til Temirê dişewitînin.

Şewat hîna didome. Tîmên rewşên awaret nikarin nêzî cihê şewatê bibin ji ber ku ji aliyê çeteyan ve têne hedefkirin.

ANHA


Mijarên Din