Çeteyên Tirkiyê gundên bejahiya bakurê Hemayê dîsa kontrol kirin

Komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker piştî şerekî giran bi hêzên rejîmê re, çend gundên ji bejahiya bakurê Hemayê careke din xistin bin kontrola xwe. Li gorî çavkaniyekî, komên çete li dijî rejîmê "şerê westandinê" bi rê ve dibin.

Hêzên rejîma Sûriyê ku destekê ji balafirên Rûsyayê digirin, li dijî komên çete yên girêdayî Tirkiyê li bejahiya Hema, Heleb, Laziqiye û parêzgeha Idlib a bakurê rojavayê Sûriyê şer dikin. Bi vê yekê rejîm hewl dide li Idlibê bi pêş de biçe û zêdetir herêman bixe bin serweriya xwe.

Komên çete yên Tirkiyê ku desteka xwe ji Tirkiyê digirin, diyar e ku bi Tirkiyê careke din hatin xapandin.

Berdevkê Artêşa Siwar ku bi sedan şervan ji parêzgeha Idlibê di nav de hene, got lihevkirina di navbera Rûsya û Tirkiyê de ku hêzên rejîmê û Rûsya 20 mîl di hundirê parêzgeha Idlibê de bi pêş de biçe.

Çavkaniyekî ji ajansa me re diyar kir ku komên çete 7 gundên bejahiya bakurê Hemayê; Til Milih, Kerkat, Şêx Idrîs, Hemamiyat, Cebîn, Bab Taqa û Şerîa dîsa xistin bin serweriya xwe.

Hêzên rejîmê gotibû ew gihîştine sînorê parêzgeha Idlibê bi aliyê Hemayê re. Lê piştî ew gund ji destê wê çûn, careke din ji sînorên parêzgeha Idlibê dûr ket.

Li gorî çavkaniyên herêmî, komên çete li dijî rejîmê "şerê westandinê" bi rê ve dibin .Ew jî ku ji herêmê vekişin da ku hêzên rejîmê lê kom bibin û paşê êrîşî wan bikin û bi dehan ji endamên wan bikujin. Ev yek jî bi rastî li bajarokê Kefernebûde çêbû dema bi hejmareke mezin endamên rejîmê lê hatin kuştin.

Di vê çarçoveyê de çavkaniyan got çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet Nusra ya berê) li bajarokê keleha Medîq erebeyek teqand û tu agahî der barê hejmara kuştiyên rejîmê de nehatin bidestxistin.

Ji aliyekî din ve çavkaniyan diyar kir ku 9 serbazên rejîmê ji destpêka şer û heta niha li eniya gundên Hemamiyat, Bab Taqa û Hewaş ên bejahiya bakurê Hemayê hatin kuştin.

Balafirên şer ên Rûsyayê rojane herêmên navborî bombebaran dikin. Di encama wê de sivîl têne kuştin. Rûsya her tim dibêje ku hemleyên wê li herêmê bi hevkariya Tirkiyê re çêdibe.

Ji destpêka êrîşên rejîmê bi alîkariya Rûsya li ser herêmê beriya 23 rojan, zêdeyî 120 sivîl di encama bombebarana balafirên rejîm û Rûsyayê de û di encama topbarana bejahî ji aliyê rejîmê ve, hatine kuştin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din