Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 5 topên hawanê avêtê zeviyên çandiniyê yên gundê Bozan ê rojavayê bajarê Kobanê. Ji ber topbaranê ziyanê mezin di zevî de çênebûn.
Di demekê de ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tedbîrên parastina zeviyên çandiniyê ji şewatan digre, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gelek cihan agir bi zeviyan xistin.
Di saetên sibeha îro de jî zeviyên gundên Hec Îsmaîl û gundê Mişko yên Kobanê şewitîn. Di encamê de zêdeyî 80 hiktar zeviyên ceh şewitîn.