Çeteyên Tirkiyê  ji bo berdana sivîlekî 200 hezar dolarî dixwazin

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker gefa kuştina welatiyê bi navê Îbrahîm Xelîl Ebdo li malbatê xwariye ku heger malbat 200 hezar dolarî fidiye nede.

Çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker kiryarên xwe yên der mirovî li dijî şêniyên Efrînê didomînin.

Li gorî Tora Çalakvanên Efrînê (ANN) û malpera Rûmaf, çeteyên Tirkiyê di 8‘ê Gulanê de welatiyê bi navê Îbrahîm Xelîl Ebdo ku bi navê Dade Circî tê naskirin ji nav zeviyên wî yên zeytûnan li gundê Badîna yên Efrînê revandibû û wêne û dîmenên wî ku êşknece lê dikirin ji malbata wî re şandin. Çeteyan li beramberî serbestberdana wî 200 hezar dolar ji malbata wî xwestin û heger ev pere neyê dayîn dê were kuştin.

Hêjaye bi bîrxistinê ye ku çeteyên Tirkiyê di 13‘ê vê mehê de di nav de zarokek 3 welatiyên Efrînê li bajarê Ezazê revandibûn û ji malbatên wan 100 hezar dolar xwestin. Reşîd Hemîd Xelîl ê malbata wî nedikarî ewaq pere bide, cenazeyê wî li ser rêya Qestel Cindo yê navçeya Şerayê hatibû dîtin û şopên êşkenceyê li ser benda wî hebû û çavên wî hatibû rijandin.

Dîmenkê Şerefedîn Seydo yê hatibû revandin di 21‘ê Gulanê de belav bibû, di dîmen de çavê wî girêdayî ne û şopên êşkenceyê li ser benda wî heye diyar dibe. Şerefedîn ji malbatê dixwaze hemû milkên malê bifroşe da ku bê berdan. Heta niha agahiyên der barê wî de nayê zanîn.

Malpera Rûmaf  got, der barê çarenûsa zarokê bi navê Mihemed Reşîd Hemîd Xelîl de agahî bi dest xiste ku dibêje ew jî hatiye kuştin, lê ev agahî hîna nehatiye zelalkirin.

ANHA


Mijarên Din