Çeteyên Tirkiyê kesek astengdar revand û îşkence kir

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker beriya du rojan şêniyek astengdar li Efrînê revandin û bi awayekî hovane ew îşkence kirin.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker binpêkirinên xwe der heqê şêniyên Efrînê de didomînin.

Çavkaniyek ji Efrînê ji ajansa me re ragihand ku çeteyan şêniyê bi navê Munîr Rifat Hemo yê 45 salî û ji gundê Elkê yê navçeya Şera ye tevî ku dizanin astengdar e bi awayekî hovane îşkence dikin. Di encamê de lingê wî şikest.

Heman çavkanî bi bîr xist ku Munîr beriya du rojan hatibû revandin. Piştî ku serebets hate berdan, malbata Munîr, ji bo dermankirinê wî dibin nexweşxaneya Tirkiyê.

(şx)

ANHA

 


Mijarên Din