Çeteyên Tirkiyê li Babê zeviyên çandiniyê dişewistînin

Çeteyên "Mertala Firatê" yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li gundewarên Babê zeviyên çandinî yên şêniyan şewitandin.

Çavkaniyên herêmî ji ajanas me re diyar kirin ku çeteyên "Mertala Firatê" yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li gundê Olaşlî yê gundewarê Babê zeviyên çandiniyê yên di navbera gundên Olaşlî û gundê El-Bû Xaz ku dikevin xeta di navbera  herêmên di bin serweriya Meclisa Leşkerî ya Babê û çeteyên Mertala Firatê de dan ber agir.

ANHA


Mijarên Din