Çeteyên Tirkiyê li Cerablusê baceyan li cotkaran ferz dikin

Çavkaniyan xwecihî diyar kirin ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker baceyan li cotkarên fisteqên helebî yên gundên Cerablusê ferz dikin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan ji herêmê dane, çeteyên Tirkiyê bi navê parastina zeviyan, baceyan li cotkarên fistqên helebî ferz dikin.

Çavkaniyan gotin, çete mehane hezar dolar ji bo her gundekî ku darên fisteqên helebî lê hene, ferz dikin.

Çavkaniyan diyar kirin ku çeteyan gefa li şêniyan dixwe, ku heger nehêlin çete darên wan biparêzin û fidyeyê nedin dê berhemên wan ên çandiniyê bidizin. Her wiha anîn ziman ku ev kiryar li gundên Beledoqî, Heymer, Hilwaniya, Mizela û hin gundên din ên Cerablusê yên dagirkirî, tên pêkanîn.

ANHA


Mijarên Din