Çeteyên Tirkiyê li Efrînê 5 hezar darên zeytûnê birîn û şewitandin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gelek darên zeytûnan ên navçeya Mobata şewitandin û zêdetirî 5 hezar darên li gundê Xazyanê yên navçeyê birîn.

Ji roja dagirkirina Efrînê ji hêla dewleta Tirk ve, kiryarên çeteyên Tirkiyê ji rûxandina xwezaya Efrînê û birîna daran û şandina êzingan ji Tirkiyê re ranewestiya.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyekî herêmî ji nûçegihanê me re diyar kir ku çeteyên bi navê "Lîwa 112” û “Lîwa 3" li navçeya Mabata agir bi baxçeyên zeytûnan xist.

Çavkanî got ku ji ber vê yekê zêdetirî hezar darên zeytûnan şewitîn, her wiha bi dehan darên li navçeya Şera jî şewitandin.

Heman çavkaniyan ragihand ku çete darên zeytûnê yên li gundê Xazyanê li Mabata dibirin, çavkanî bi bîr xist ku zêdetirî 5 hezar dar hatine birîn, her wiha çete di binpêkirina xwe de dewam dikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji dema dagirkirina Efrînê ji aliyê çeteyên artêşa Tirk a dagirker ve, zêdetirî 14 hezar hektar ji zeviyên çandiniyê û bi hezaran ji darên mêwe li gund û navçeyên Efrînê şewitandin û mewsima zeytûnan a şêniyan talan kirin û pere li ser wan ferz kirin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din