Çeteyên Tirkiyê li Efrînê jinek revandin

Komên çeteyan ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê jinek revandin û birin cihek ne diyar.

Li gorî Tora Çalakvanên Efrînê (AAN), çeteyan li Kefersefrê yê girêdayî navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê jina bi navê Ayşe Xelîl Kedro revandin û birin cihek ne diyar .

Toreyê bibîr xist ku komên çete yên bi navê "Semerqend" a girêdayî artêşa Tirk a dagirker gundê Kefersefrê dagir kirine û tevahî binpêkirinên hovane ji revandin, şajtankirin û desteserkirina milkên şêniyan pêk tînin.

 (şx)

ANHA


Mijarên Din