Çeteyên Tirkiyê li Efrînê şerê hev dikin

Li navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ku ji aliyê leşker û çeteyên dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, şerên giran di navbera çeteyên "Ehrar El-Şerqiya" û "çeteyên koma "Ehrar El-Şam" diqewime.

Çavkaniyên herêmî ji ANHA‘yê re diyar kirin ku li sûka navçeya Cindirsê ya Efrînê şerên giran di navbera çeteyên koma "Ehrar El-Şerqiya" û "çeteyên a "Ehrar El-Şam" diqewimîn. Nayê zanîn bê şer ji bo çi derketiye.

Şer hîna berdewam e.

ANHA

 


Mijarên Din