Çeteyên Tirkiyê li Helebê zarokek qetil kir

Komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker di van kêliyan de taxên bajarê Helebê yên di bin kontrola rejîma Sûriyê topbaran dikin. Di encamê de zarokekê jiyana xwe ji dest da û zirarên madî gihaştin milkên sivîlan.

Komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker taxên Sêf El-Dewle, El-Ezemiye û El-Hemdaniye bi topên çêkerên herêmî û moşekên katyoşka topbaran kirin.

Li gorî agahiyan di encama topbaranê de zarokekê jiyana xwe ji dest da û zirarên mezin gihaştin milkên sivîlan.

(şx)

ANHA


Mijarên Din