Çeteyên Tirkiyê li Lazîqiyê 4 sivîl birîndar kirin

Komên çete yên girêdayî dewleta Tirk moşekek avêt bajarê Lazîqiye û 4 sivîl birîndar kirin.

Li gorî ajansa SANA’yê ya girêdayî rejîma Sûriyê, komên çeteyên ku xwe li gundewarê bakurê Lazîqiyeyê li nêzî sînorên Tirkiyê asê kirine, îro moşekek avêtin bajarê Lazîqiye. Moşek li taxa El-Xeraf li El-Remlê başûr ket. Di encamê de zarok jî di nav de 4 sivîl birîndar bûn û zirarên madî gihiştin malan.

SANA’yê diyar kir ku ku artêşa Sûriyê bersîv daye cihê êrîşker lê hatiye kirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din