​​​​​​​Çeteyên Tirkiyê li Şêrawayê ciwanek bi giranî birîndar kir

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şêrawayê gundiyên ku hewl didan şewata zeviyan vemirînin topbaran kirin û ciwanek bi giranî birîndar kir.

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li gundê Burc Heyder yê Şêrawayê bi cih bûne vê êvarê agir bi zeviyên genim û ceh xistin. Şewat belavî gundên Kelotiyê û Zoqa Mezin bû.

Dema ku şêniyên gundê Kelotiyê hewl didan şewatê vemirînin ji aliyê çeteyan ve hatin topbarankirin. Di encamê de Suleyman Cemîl Îbrahîm ê 22 salî birîndar bû. Suleyam rakirin nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê.

Li gorî bijîşkan rewşa Suleyman giran e, niha di odeya çavdêriyê de ye.

ANHA


Mijarên Din