Çeteyên Tirkiyê Malikiye û Şewarxe topbaran dike

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker di van kêliyan de gundê Malikiye û Şewarxe topbaran dike.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker careke din gundên Malikiye û Şewarxe yên girêdayî navçeya Şera ya kantona Efrînê yên nêzî gundên Efrînê yên dagirkirî bi hawan topbaran dike.

Çeteyên Tirkiyê dem dem gundên nêzî gundên dagirkirî her wiha navçeya Til Rifat a kantona Şehbayê topbaran dike. Topbaran heta van kêliyan didome.

Hêjayî gotinê ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker 11`ê Hezîranê navçeya Til Rifat kir hedef û di encama wê de sivîlek ji pêkhateyên ereb hat kuştin û 4 sivîlên din jî birîndar bûn.

(bx)

ANHA


Mijarên Din