Çeteyên Tirkiyê nuqteyên Meclisa Leşkerî ya Babê dikin hedef

Çeteyên Mertala Firatê ya girêdayî dagirkeriya Tirkiyê nuqteyên Meclisa Leşkerî ya Babê bi çekên giran topbaran dikin.

Nûçegihanên me ji herêmê diyar kirin ku çeteyên Mertala Firatê yên ser bi dewleta Tirk a dagirker ve di van kêliyan de nuqteyên Meclisa Leşkerî ya Babê li gundê Bûxazê yê rojhilatê bajarê Minbicê bi çekên giran topbaran dikin.

Hate ragihandin ku di topbaranê de ziyan negihiştin şervanan.

ANHA


Mijarên Din