Çeteyên Tirkiyê pereyekî mezin ji şêniyekî Girê Spî dizîn

Çavkaniyekî herêmê yê ji kantona Girê Spî yê dagirkirî daxuyand ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker pereyekî mezin ji mala şêniyekî bajarokê Hemam Tirkmen ê girêdayî kantonê dizî.

Li gorî çavkanî, çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker bi bihaneya keşfkirina malê bi ser mala şêniyê bi navê Ezam Abdulqadir Îbrahîm de, girtin, ew şênî jî ji bajarokê Hemam Tirkmen e. Piştre hat eşkerekirin ku çeteyan 50 milyon lîreya Sûriyê ku Îbrahîm ji berhema xwe ya pembo bi dest xistiye, diziye. Îbrahîm dixwaze bi wî pereyî mala xwe ava çêke.

Çavkanî da zanîn ku heta niha tu sedemên keşfkirina mala Ezam nehatine zanîn.

Li gorî heman çavkanî, çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker kedên ji hema bajarokê bi kar tînin, da ku agahiyan bidin û xizmên xwe tawanbar bikin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din